Mezlûm Ebdî: Sûrî venagere mîna berê 2011’an

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî “Vegera rewşa Sûriyê mîna berî 2011’an dûr dibîne û dibêje “Bêyî Rêveberiya Xweser û Kurdan çareserî li Sûriyê pêk nayê.

Di heman wextê de, Fermandar Ebdî teqez dike ku, rêbazê Komîteya Destûrî ya tê nîqaşkirin, şaş e û bêyî beşdarbûna nûnerên rast ên Sûriyê, ti carî bi ser nakeve.

Hemwextî pêşketinên Rejîmê Sûrî li Idlibê û vegeranadina axa Sûrî ji kontrola xwe re, Mezlûm Ebdî dibêje ” vegera berî 2011’an ne gengaz e.”

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî got “Ez dibînim ku ne pêkane welat vegere mîna rewşa berî 2011’an û di vê çarçoveyê de roleke mezin û pêşeng a Kurdan û hemû pêkhateyên din ên Sûrî heye”

Mezlûm Ebdî: Bêyî Rêveberiya Xweser û Kurdan, çareserî tune ye

Di hevpeyvîna li gel Kenala “Erebiyê”, Fermandar Ebdî destnîşan kir ku, Rêveberiya Xweser projeyeke li ser erdê ye û eger bi rengekî rast li vê projyê neyê nêrandin, çareserî li Sûriyê pêk nayê”

Mezlûm Ebdî: Bêyî Rêveberiya Xweser, hemû civîn bi bin ketin

Di çarçoveya hewldanên ji bo çareseriya aloziya Sûriyê jî, Mezlûm Ebdî destnîşan dike ku “rêbazê leşkerî ti carî nabe riya çareseriyê, ya girîng bi riya guhertineke demokratîk, zehmetiyên gelên Sûriyê bi dawî bibin”

Her wiha di hevpeyvîna xwe de qala danûstandinên ji bo çareseriyê jî kir û diyar kir ku, “bêyî Rêveberiya Xweser hemû civîn û danûstandin bi bin ketin, ji ber bi navê Sûriyan bûn, lê bi destê dewletan e.”

Fermandarê Giştî yê QSD’ê rêbazê komîteya Destûrî bi “şaştiyê” pênase kir û got “ew dûrî biryara Meclisa Ewlekariyê ya 2254 e. Ji ber divê her kes beşdar bibe. Ji lewre em dibêjin Çareseriyeke Sûrî, Destûreke Sûrî û Danûstandinên Sûrî”

Back to top button