Rayedarekî payebilind ê Ewropî hişyarî dide ku dibe ku Îsraîl careke din êrişî Îranê bike.
Berdevkê Pasdarên Îranê ragihand ku her êrîşeke nû dê bi bersiveke tundtir re rû bi rû bimîne.
Rayedarekî payebilind ê Ewropî li ser îhtîmala êrîşeke leşkerî ya Îsraîlê li dijî Îranê di nav çend mehên bê de hişyarî da.
Rayedarê Ewropî got Amerîkayê di demek nêzîk de razî nabe ku operasyoneke berfireh a Îsraîlê pêk were, ji ber ku ew ditirsin gaveke wiha hewldanên ji nû ve avakirina Xezayê asteng bike.
Lê wî hişyariyek tund jî da li ser riya ku Tehranê hilbijartiye û got:
“Ez difikirim ku Îsraîl wê sala bê operasyonek leşkerî li dijî Îranê pêk bîne, eşkere ye ku serokatiya Îranê, nemaze Xameneyî, ji gera dawî ders negirtiye û heta xuya dike ku alozî zêde dibe.”
“Îran ji ber kirinên xwe mafê bersivdayînê dide Îsraîlê”
Rayedarê Ewropî rewşa heyî ya ku Îran têde ye wekî karesatbar bi nav kir.
Rayedar bal kişand ser zêdebûna krîzên navxweyî yên wekî kêmbûna avê û got:
“Ew pirsgirêka rastîn e û divê hikumeta Îranê li ser bisekine.”
Her wiha wî bal kişand ser fikarên welatên Ewropa û diyar kir ku Ewropa difikire di demeke kurt şerekî giran di navbera Îranê û Îsraîlê de ru bide.
Ev di demekê de tê ku Îran gefên xwe didomîne.
Berdevkê Pasdarên Îranê Elî Mihemed Naeini ragihand ku her êrîşeke nû dê bi bersiveke tundtir re rû bi rû bimîne.
Naeini teqez kir ku Îran di asta herî bilind a amadekariya leşkerî de ye.
Her wiha Rayedarê Ewropî li ser rewşa Libnanê piştî kuştina fermandarê Hizbullahê ya hefteya borî axivî û got:
“Kes şerekî nû naxwaze, heman demê hêza artêşa Libnanê ji bo bêçekkirina Hizbullahê têrê nake.”
“Nerazîbûnên li hember zêdebûna tundiyê li şerîa rojava”
Rayedar fikarên xwe li ser zêdebûna tundiya etnîkî û hewldanên hikûmeta Îsraîlê ji bo berfirehkirina wargehan anî ziman, û van tedbîran wekî “ilhaqkirina gav bi gav a defakto” bi nav kir.
Wî destnîşan kir ku cemidandina dahatên bacê yên Filistînê û sînorkirinên darayî li ser bankayan îstîqrara herêmê dixe xeterê.
Rayedarê Ewropî got:
“Em ji Îsraîlê re dibêjin ku xurtkirina Desthilata Filistînî di berjewendiya ewlehiya wan de ye.
Hilweşînek darayî dê felaketek be û berî her tiştî dê zirarê bide ewlehiya Îsraîlê.”



