Li Behra Reş ango li peravên Tirkiyê alozî zêde dibe.
Ev cara duyemîn e tankereke Rûsî dibin armanca êrişan.
Rayedarên Ukraynî dibêjin êriş ji hêla serwîsa ewlekariyê ya Ukraynayê ve pêk hatiye.
Rûsya, Tirkiyê û Qazakîstan bertek nîşanî êrişan dan.
Avên Behra Reş germ dibin.
Tirkiye ragihand ku di van rojên dawî de êrîşeke nû li tankera Rûsî hate kirin.
Di daxuyaniya Îro ya Midûriyeta Giştî ya Keştîvaniyê de wiha hate gotin:
“Tankera MIDVOLGA-2 ku ji Rûsya ber bi Gurcistanê ve bi rûnê gulberojê barkirî diçû, 80 mîl li derveyî peravên me rastî êrîşekê hatiye.”
Tankera Rûsî midvolga-2 hate xistin
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di keştiyê de 13 personel hene, tu rewşeke neyînî nîne.
Rayedarên Tirk li ser ka êrîş çawa pêk hatiye tu daxuyaniyeke fermî nedan, lê di çapemeniya Tirk de tê gotin ku keştî bi balafirên bêmirov a kamîkaze hatiye armanckirin.
Zêdebûna êrîşan li ser tankerên Rûsî yên li Behra Reş û bi taybetî pêkhatina van êrîşan li ber peravên Tirkiyê, fikarên ku şerê Ukrayna-Rûsya ber bi qadeke firehtir ve belav bibe zêde dike.
Şeva Înê, du tankerên petrolê yên Rûsî li ber peravên Tirkiyê bûbûn armanca êrîşan.
Erdogan: Ev nîşaneya aloziyeke metirsîdar e
Her wiha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh di daxuyaniya xwe de got êrîşên li ser keştiyên bazirganî yên li Behra Spî qebûl nakin û got:
“Tê dîtin ku şerê Rûsya-Ukrayna gihîştiye asteke ku ewlehiya seyrûsefera li Behra Reş bi eşkereyî tehdîd dike.
Armanckirina keştiyên bazirganî di qada aboriya taybet a me de, nîşana rabûneke bi fikar e.”
Erdogan wiha berdewam kir:
“Bi taybetî em tu carî nikarin van êrîşên ku di qada me ya taybet de seyrûsefer, can û jîngehê tehdîd dikin qebûl bikin û rewa bibînin.
Li hemberî van rewşan em ji hemû aliyan re hişyariyên pêwîst dikin.”
Rûsya bertek nîşanî êrişên li ser tankeran da
Rayedarên Ukraynayî ragihandin ku tankerên petrolê Kairos û Virat ên li ber peravên Tirkiyê bi amûrên binê avê yên bêmirov hatine armanckirin û ev êrîş ji aliyê Servîsa Ewlekariyê ya Ukraynayê (SBU) ve hatine lidarxistin.
Rûsya jî bertek nîşanî êrîşên li ser tankeran da.
Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov îdia kir ku ev êrîş ne tenê keştiyên bazirganî, herwiha serweriya Tirkiyê jî dikin armanc.
Peskov di daxuyaniya ku ji hesabê Balyozxaneya Rûsya ya li Enqereyê jî hate parvekirin de wiha got:
“Ev êrîşeke li hemberî keştiyên bazirganî û tankeran e ku di ava qada Tirkiyê de pêk tê.
“Êriş ji hêla hêzên Ukraynî ve hatiye kirin”
Ev rewşeke pir giran e û herwiha êrîşeke li hemberî serweriya Komara Tirkiyê ye.”
Piştî êrîşên li ser tankerên Rûsî yên li ber peravên Tirkiyê, hate ragihandin ku li perava rojhilat a Behra Reş, li bendera Novorossisk a Rûsyayê, termînala Konsorsiyûma Boriya Hazarê jî hatiye xistin.
Qazakistanê ku piraniya hinartina petrolê xwe bi vê boriyê ku ji Kazakistanê dest pê dike û li termînala Novorossiskê diqede dike.
Qazakîstanê bertek nîşanî êrîşê da û bang li Ukraynayê kir ku dawî li van êrîşan bîne.



