115 kesên din bi vîrûsa Corona mirin û 411 kesên din nû pê ketin

Bîlançoya qurbanên vîrûsa Corona her roj bilindtir dibe.

Li Huobi 115 kesên din bi vîrûsê ketin. Bi vê jî jimara giştî ya qurbanan 2 hezar û 236 e.

Komîteya Tenduristiyê ya Huobi eşkere kir ku ev qurbanên ku 24 saetên dawî li Huobi mirin, pêhtirî xwe, li paytext Wuhan in cihê ku virus jê derketiye.

Her wiha hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de, li Wuhanê 411 û li tevahî herêmên din 92 kes nû bi vîrûsê ketin.

Heta niha jimara giştî kesên bi virusê ketine li tevahiya Çînê nêzî 75 hezar kes e.

Li derveyî Çînê jî, virus li 25 welatan jî belav bûye û bi sedan kes jî pê ketine.

Back to top button