Li Endonezyayê ji ber lehiyê 14 kes mirin û 18 kes birîndar bûn. Lêgerîna li windahiyan dewam dike.
Her wiha hate ragihandin li peravên Japonyayê erdhejek bi hêza 6.2 pileyî çêbû.
Desthilata Endonezyayê ragihand ku ji ber lehiyê ya li bakurê Sulawesiyê qewimiye, bi kêmanî 14 kes mirine û 18 kes jî birîndar bûne.
Li gorî Reuetersê ku agahiyên xwe dispêrin berdevkê ajansa rizgarkirinê ya heremî, barana dijwar ku doh serê sibê li Grava Siau ya li herêma Regency Byaro bariya, bû sedema lehiyê.
Ajansa Rizgarkirinê da zanîn ku tîmên rizgarkirinê 16 kes şandine da ku li çar kesên hîna jî winda ne bigerin û di heman demê de nirxandina zirara ji ber kerasetê berdewam dike.
Li peravên Japonyayê erdhej pêk hat
Her wiha hate ragihandin li peravên Japonyayê erdhejek bi hêza 6.2 pileyî çêbû.
Lê hişyariya Tsunamiyê nehat dayîn.
Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê ragihand ku saetên sibehê li parêzgeha Shimane çêbûye, piştre bi hêza 4.5, 5.1, 3.8 erdhej pêk hatiye.
Heya niha zirarên madî yan mirovî yên erdhejê nehatin tespîtkirin.



