Li herêma Cizîrê mazot tê peydakirin

Pirsgirêka qutbûna mazotê li herêmên rêveberiya xweser bûbû rojeva xelkê herêmê.

Piştî 2 mehan ji qutbûnê îro carek din li herêma Cizîrê mazot tê peydakirin.

Komîteya Sotemeniyê yên Qamişlo û Hesekê îro dest bi belavkirina mazotê li ser şêniyan kir.

Bi sedema rewşa hewayê ya nebaş, li tevahî bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê madeya mazotê qut bûbû.

19’ê Sibatê Rêveberiya Sotemeniyê soz dabû ku wê di hefteyekê de pirsgirêka mazotê çareser bike.

Divê çarçoveyê de li tevahî stasyonên sotemeniyê yên bajarê Qamişlo madeya mazotê niha tê peydakirin.

Hevserokê Rêveberiya Sotemeniya Giştî ya Rêveberiya Xweser Sadiq Xelef diyar kir ku ji bo her malbatekê 100 lître weke pêngava yekemîn ku pêdiviyên wan dabîn bike, hat belavkirin.

Endamê rêveber ê Buroya Rêveber a Şaredariya navçeya Rojhilat û berpirsê sotemeniyê Fewaz Xelîl piştrast kir ku mazot li tevahî stasyonên bajêr heye.

Ne tenê li Qamişlo li bajarê Hesekê jî komîteya xizmetguzariyê bi hevkariya komîteya sotemeniyê dest bi belavkirina beşa duyemîn a ji mezotê li ser şêniyan kir.

Komîteyê 8 hezar lître mazot li şêniyên taxa Tir Hecir belav kir.

Her wiha komînên li taxa El-Mişêrfê, Kelasê û Nasra jî dest bi belavkirina mazotê kir.

Ji bo her malbatek 200 lître mazot bi buheyê 77 lîreyên Sûrî hatiye veqetandin.

Hevserokê komîteya xizmetguhzarî ya taxa Til Hecer Mihemed Îsa diyar kir ku wan mazot li koçberên ji Serê Kaniyê jî belav kir.

Back to top button