Di meha Nîsanê de gelek ciwan ku piraniya wan Kurd in hatin girtin.
Ev yek jî di serdegirtinên malan de ji hêla hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve pêk hat .
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ev agahî piştrast kir .
Çavdêriyê got, saziyên ewlehiyê yên hikumetê gelek ciwan bêyî tu tohmetên qanûnî girtin.
SOHRˊê destnîşan kir ku ji destpêka Nîsanê ve bîlançoya girtin ciwanan derketiye 49 kesan.
Ev ciwan bi serdegirtina malan an jî li ser bendên kontrolê yên li nava bajar û bajarokan hatine girtin.
Çavkaniyên ji SOHRˊê re ragihandine diyar kir ku piranî girtî ciwanên Kurd in.
Ew jî ber bi navendên girtinê yên nediyar ve hatine birin.
Vê yekê li gel malbatan metirsiyên zêde der barê aqûbeta wan de çêkirin.



