Li Efrînê ji ber vêxstina agirê Newrozê, 2 ciwan hatin revandin

Li Efrînê, serê 3 salan, Newroz bi girtin û binçavkirinê diçe serî.

Duh êvarî, bi bihaneya dadana agirê Newrozê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker, şêniyek revand.

Malpera Afrin Post ragihand ku, çeteyan sivîlê bi navê Mihemed Ênce ji gundê Cilmê yê navçeya Cindirêsê, bi sedema vêxistina agirê Newrozê êşkence kir û ew revandin.

Li navçeya Mabata jî, çeteyan şêniyê bi navê Behcet Hebeş revand.

Jixwe, beriya 2 salan û bi nêzîkbûna cejna Newrozê re, Efrîn ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin.

Berî salekê jî, çi kesê cejn pîroz kir, hat revandin.

Her wiha, li gel van kirinên hovane jî, peykerê Kawayê Hesinkar hat rûxandin.

Back to top button