Qedexeya derketina derve..Asayîşê dewriyên derketina nava kolanan da destpêkirin

Qedexeya derketina derve li Bakur û Rojhilatê Sûrî di roja 3’an de dewam dike.

Li gorî nirxandinan, rêjeya mezin a xelkê, biryarê bi cih tînin û ji malên xwe dernakevin.

Ji bo kesên ku biryarê binpêdikin jî îro Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewriyan derketin nava kolanan dan detpêkirin.

Di heman wextî de, qonaxa duyem a pakkirinê jî li seranserî herêmê didome.

 

Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piranî şênî biryara qedexeya derketina derve bi cih tînin.

Lê hînek kes hene ku biryarê binpê dikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî ji bo selametiya şêniyan bi israrin.

Li Qamişlo Hêzên Ewlekariyê îro weke dewriyan derketin nava kolanan û nehiştin şênî ji malên xwe derkevin.

Hêzên Ewlekariyê bang li şêniyan kir ku biryarê bi cih bînin û tenê dema pêwîstî pê hebe, ji malên xwe derkevin.

Şêniyên Hesekê ji biryara qedexeya derketinê razî ne

Şêniyên bajarê Hesekê biryara qedexeya derketina derbe weke gavek baş bi nav kirin û diyar kirin ku ev biryar ji bo selametiya wan e.

Her wiha Şaredariya Gel a navçeya Şedadê jî tedbîrên xwe yên parastina ji vîrusê didomîne.

Îro şaredariyê tevahî kolanên navçeyê paqij kirin û şûştin da ku dest bi pêngava pakkirinê li tevahî kolanan bike.

Mijarên Girêdayi

Back to top button
Close
Close