Li Efrînê çete pev ketin, çeteyek hat kuştin û 5 birîndar bûn

Li bajarê Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, şer di navbera çeteyan de derket û herî kêm çeteyek hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku li Efrînê şer di navbera çeteyên bi navê Cebeha Şamiya û çeteyên Lîwai 51 ên dewleta Tirk de derket.

Çavdêriyê destnîşan kir ku di şer de çekên giran û moşek hatin bikaranîn.

Di encamê de çeteyek hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Mîta Tirk li Serê Kaniyê 50 çete girtin

Li Serê Kaniyê jî komek çete li dijî artêşa Tirk a dagirker xwepêşandan lidar xistin.

Artêşa tirk xwestin wan çeteyan bi komeke din veguhêzên û ji Serêkaniyê derxînin.

Çavkaniyên Herêmî diyar kirin ku Polîsên Leşkerî” yên girêdayî istîxbarata Tirkiyê” 50 çete yên ku derketibûn xwepêşandanê girtin.

Çavdêriya Sûrî tekez kiribû ku li gundê Hemam El-Turkmen ê bajarê Babê şer di navbera çeteyên dewleta Tirk de rû dabû, 3 çete birîndar bûbûn.

Back to top button