Hêzên Asayîşê: Li Reqayê 7 kesan ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest da

Hêzên Asayîşê ragihand ku, ji ber lehiyê 7 kesan ku zarok jî di nav de li Reqayê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya Asayîşê, ji ber barana zêde, av gelekî li herêmê bilind bû û dawî li jiyana mirovan anî.

Ragihandina Asayîşê da zanîn ku, agahî ji wan re hat li gundên Retla û Ekîrşî yên başûrê Reqayê lehî rabûye û piştî destwerdana hêzên wan ji rewşê re, jiyana sê kesan xelas kirin û ew rakirin nexweşxanyê.

Berpirsekî tîma destwerdana lezgîn jî diyar kir ku ji nava wan 7 kesan yek ji bajarê Reqayê ye.

Berî du rojan jî, lehî li gundê Retla rabûbû, lê ti ziyanên canî li pey xwe nehiştin.

Back to top button