Meclisa Wezîran a Şamê: 31 Gulanê, dewama zanîngeh û peymangehan dest pê dike

Hikumeta Şamê roj bi roj biryara nederketina derve ji ber vîrûsa Coronayê siviktir dike. Meclisa Wezîran a Şamê ragihand “wê dewama zanîngeh û peymangehan di 31ê Gulanê de, dest pê bike”. 

Meclisê her wiha diyar kir ku “navgînên veguhestinê yên giştî û taybet di navbera bajar û gundan de, heya 3 mehan ji Yekşema bê de, wê dest bi karê xwe bikin”.

Li gorî Meclisa Wezîran, Wezareta Hundir êdî dikare navendên xwe yên Karûbarên Sivîl û Penaberî û Passportan vegerîne xizmetê.

Li rex wê jî, pêşniyarên vekirina navendên çand û huner, sînema, şano û gelek saziyên dîtir tên lêkolînkirin.

Ev gav di çarçoveya sivikkirina tedbîrên li dijî Coronayê de hatin..

Jixwe pêr Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Şamê ragihandibû ku, kesekî din bi vîrûsê ketiye, bi vê re jî heya niha 45 kes nexweş in û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button