Dewleta Tirk nahêle cotkar bi zeviyên xwe şa bibin û ji serê 5 rojan e, dest bi şewtandina keda wan kiriye.
Duh, dewleta Tirk agir berda zeviyê gundê Xerîta ya di navbera Til Temir û Hesekê de.
Her wiha zeviyên gundên Um Şêfa, Til Mihemed, Xirbet Cemo, Inêg El-Hewa, Qebir Kebîr û Xirbet Xedîr ên Zirganê jî dan ber êgir.
Li aliyê Şehbayê jî, di navbera Şehba û Şêrawa de agir bi zeviyên çandiniyê ket.
Tîmên agirkujê yekser berê xwe dan cihê şewatê da ku agir vemrînin.