TEV-DEM’ê, Cejna Remezanê li civaka Islamî pîroz kir û hêviya aştiyê kir

Bi boneya cejna remezanê TEV-DEM û Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê peyamên weşandin.Tevgeran cejna remzanê li gelê kurd û civaka Islamî pîroz kirin.Her wiha hêvî kirin ku ev cejin bibe cejna aramî, aştî û yekîtiyê.

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM, bi peyamekê Cejna Remezanê li civaka Islamî û gelên Sûriyê pîroz kir.

TEV-DEM’ê hêvî kir ku aştî li Sûriyê pêk were û koçber li herêmên xwe vegerin.

TEV-DEM’ê diyar kir ku cejn û boneyên olî di wateyên xwe yên mirovî û exlaqî de, xwedî girîngiyeke mezin in û got:

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin cejnan li ser serê civakan bikin dojeh, bi şev û bi roj zeviyan dişewitînin û bi siyasetê pîvanên exlaqî binpê dikin.

Tevgera azadî cejin pîroz kir

Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê jî bi heman boneyê peyamek da û cejin li tevahiya misilmanên Kurdistanê û cîhanê pîroz kir.

Tevgara Azadî hêvî kir ku ev cejin bibe cejna yekîtiya neteweyiya ya Kurd û çareserkirina tevahiya pirsgirêk û krîzan.

Tevgera Azadî bang li hemû aliyan kir ku peyama Ocalan ya ji bo yekîtiyê pêk bînin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji ber vîrûsa Coronayê ev cejin ji cejnên din cudatire.

Îran û Başûrê Kurdistanê rastî pirsgirêkên kûr ên siyasî û aborî bûye.

Ev yek jî rasterast bandor li ser jiyana civakê kiriye.

Vê jî wiha kiriye ku weke pêwîst xelk nekarin cejnê bikin.

Back to top button