Xeyas Neyîsa: Ji bilî projeya Rêveberiya Xweser ti çareserî tune ye

Derbarê Civîna sê-alî ya di navbera Tirkiye, Rûsiya û Iranê de bertek derketin holê.. Analîzvanê siyasî yê Sûrî Xeyas Neyîsa diyar kir ku daxuyaniya van alîyan dijminatiya van dewletan li dijî projeya demokratîk li Sûriyê nîşan dide.

Xeyas Neyîsa diyar kir ku ev civîn dikeve xizmeta berjewendiyên her sê dewlatan..

Neyîsa da zanîn ku cara yekê dewletên garantorên Astanyayê bi awayekî eşkere projeya Rêveberiya Xweser red kirin û bi perçebûnê bi nav kirin…

Neyîsa detnîşan kir ku têkbirina projeya rêveberiya Xweser tê wateya şikandina pişta Tevgera demorkratîk a Sûrî.

Li gorî Neyîsa ev helwesta van dewletan destpêkirina şerekî li dijî gelên Sûrî û bi taybet gelê Kurd dide xuya kirin.

Analîzvanê siyasî yê Sûrî anî ziman ku ji bilî projeya Rêveberiya Xweser ti çareserî ji sûriyan re tune ye, eger bê têkbirin ew ê, di nava lepên dewlatan de bimînin..

Back to top button