“Ji bo rawestandina êrîşan divê Kurd bibin yek”

Êrîşên dawî yên li ser Kurdistanê, piştî hewldan û gavên ji bo yekrêziya Kurdî zêdetir bû.

Têkildarî mijarê, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen, nirxandin kir û diyar kir ku heya Kurd nebin yek wê êrîş bidomin.

Hevseroka HDP’ê Hulya Alokmen anî ziman ku ji bo Kurd di Rojhilata Navîn de bibin xwedî statû divê bibin yek û wek vîneke xurt tev bigerin û got:

Ji bo pêşîlêgirtina êrîşan û pêkanîna yekrêziya Kurdî, divê ne tenê partiyên siyasî, gel jî piştgiriyê bidin û bixebitin.

Heta ev êrîş bi dawî bibin, pêwîstî bi xizmetek ji bo yekrêziyê heye.

Ji niha û şûn ve divê hemû gavên me ji bo xebatên yekrêziyê bin.

Back to top button