Li Morîtanyayê hewldana keştiyeke Tirkî ku qaçaxiya dolarên Amerîkî dikir hat têkbirin

Hêzên Ewlehiya Peravên Morîtanyayê, hewldana qaçaxçiya dolarên Amerîkî ji aliyê keştiyeke Tirkî ve, têk bir.

Hêzên Morîtanyayê, derdora melyonek û 400 hezar dolarên Amerîkî ku di keştiyeke Tirkî de veşartî bûn, dîtin.

Çavkaniyên ji Morîtanyayê ji malpera Sehraa Mîdya re ragihand ku Hêzên Ewlehiyê ajokarê keştiyê yê Tirk jî, ji bo lêpirsînê binçav kiriye.

Di heman çarçoveyê de, Ajansa Morîtanya jî eşkere kir ku keştiya bi navê Mamol Smaîl Rayis xwe amade dikir ku ji Morîtanya berê xwe bide Tirkiyê.

Ajansê ragihand ku piştî girtina agahiyan, hêzên peravên Morîtanyayê, ev operasyon têk bir.

Back to top button