Dikanên biçûk ji bo belavkirina nan li Qamişlo û Hesekê tên vekirin

Li herêma Cizîrê ev demek e pirsgirêka ard û nan di rojeva gel de ye. Ji bo çareseriyê jî, wê dikanên biçûk ji bo firotina nan li Qamişlo û Hesekê bên vekirin.

Rêveberiya Aşan a herêma Cizîrê, wê miqdara ard zêde bikin û gelek firinan ava bikin.

Li gorî Rêveberiya Giştî ya Zimhêrê yê herêma Cizîrê jî ew bi şev û roj çavdêriya mekanîzmeya çêkirina nan dikin.

Her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêka başbûna nan, wan karkerên hinek firinan bi tîmên pispor guhertine.

Rêveberiya Giştî ya Zimhêrê destnîşan kir ku her tureyekî nan bi 100 lîreyên Sûrî ye û ev biha nehatiye guhertin.

Da pirsgirêka nan were çareserkirin, wê kişk an (dikanên biçûk) li tevhaiya taxên kantona Qamişlo û Hesekê werin vekirin.

Back to top button