Kesine nenas, îro şêx Elî E-Weys ku mixtarê bajarokê El-Dehla yê Dêra Zorê ye, kuşt.
Li gorî agahiyan, şêx Elî El-Weys dema diçû mizfeta bajarok da nimêja Cejna Qurbanê bike, hate kuştin.
Hêzên Asayîşê yekser hatin cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin.
Li gorî şêniyên bajarok, şêx Elî bi çekeke bêdeng hate kuştine.
Duh jî, berdevkê qebîleya Igêdat Silêman El-Kesar li herêma El-Bisêra ya Dêra Zorê hatibû kuştin û kurê wî jî birîndar bûbû.