Kovara Amerîkî: Ocalan mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd a polîtîk e

‘Di warê çareseriya polîtîk a pirsgirêka kurd de Ocalan wek kesê mifteya çareseriyê tê dîtin.’
Kovara Jacobîn yek jî weşanê navdar ê Amerîkayê ye ku bi vê awayî Rêber Apo pênasedike.
Kovar di hejmara dawî de cih da gotara Rêber Apo ya bi navê ‘Ji bo Tirkiyê, Sûriyê û Kurdan çareseriya min Netewa Demokratîk e’
Gotar ji parêzname û daxuyaniyên Rêber Apo hatiye berhevkirin û bi zimanê Îngîlîzî û Almanî jî hatiye parvekirin.

‘Ji bo Tirkiyê, Sûriyê û Kurdan çareseriya min Netewa Demokratîk e’

Kovara Jacobin ya Amerîkî bi vê sernavê gotareke Rêber Apo xistiye weşanê û li ser medya civakî jî bi zimanê Îngîlîzî û Almanî belav kiriye.

Di kovarê de Rêber Apo wek yek jî nûnerê siyasî yê herî pêş ê kurdan û stratejîstê herî pêş tê pênasekirin.

Kovar derbarê dîrok felsefe û polîtîkayê de balêdikişîne li ser nivîsên Reber Apo û dibêje:

“Di warê çareseriya polîtîk a pirsgirêka kurd de Ocalan wek kesê mifteya çareseriyê tê dîtin”

Kovar taybet beşê modernîteya kapîtalîst, netewe dewlet û ji derketina van kirîzan derdixîne pêş.

Di gotarê de tê gotin ku îdeya avakirina desthilata netew dewleta a civakê şaşitya herî mezin e.

Bûyerên li Rojhilata Navîn pir vekîrî da nîşandan ku netew-dewletî bûye amûra zordariya modernîteya kapitalîst, sererastkirina netew-dewletê ya sed salên dawî nebûye rizgariyê modernîteya kapitalîst.

Di gotarê de şerê cîhanê sêyemîn tê bi bîrxistin û tê gotin ku navenda wî şerê erdnîgariya Rojhilata Navîn e.

“Ev şer, di hêla berfirehî û wext de, ji her du yê destpêkê kûrtir û dirêjtir e. Di heremê de ne potansiyela xwe nûkirina pergalê heye ne jî ava dibe. Tiştê pêş dikeve, rizandin û belavbûn e.”

Di gotarê de Rêbe Ocalan diyar dike ku rizgariya kurdan ji pencê qirkirinê bi pêkanîna Netewam Demokratîk ve pêkan e û wiha didomîne:

“Bakur û Rojhilatê Sûrî weke giraveke azadiyê bilind dibe, ji bo gelê herêmê û hêzên cîhanî yên ku çareseriyê dixwazin rêbazek daniye holê.”

Rêber Apo di encam gotarê de dibêje:

“Di encamê de Kurdan bi motîvasyona exlaqî ya netewbûyîna demokratîk re DAÎŞ’ê ku encama tekbûna olî ye li ser navê mirovahiyê bi vê awayî têk bir.

Dîsa bi Paradîgmaya Azadiya Jinê re jî ji bo hemû cîhanê bûye modelek nû.. “

Back to top button