Yûnanistan dest bi rahênanên leşkerî dike û Erdogan bersivê dide

Dewleta Tirk a dagirker, gera li petrolê û gazê li rojhilatê Deryaya Spî dewam dike, ji ber vê yekê Yûnanistanê ragihand ku ew ê dest bi rahênanên leşkerî bike û vê yekê jî serokkomarê Tirkiyê Erdogan nîgeran kiriye.
Ji bo pêşîgirtina li vê aloziyê jî, îro Wezîrê Derve yê Almanyayê serdana Yûnanistanê dike.

Yûnanistanê ragihand, ew ê li Rojhilatê Deryaya Spî, dest bi rahênanên leşkerî bike.

Li gorî berpirsyarin Etînayê, ev rahênanên bi fîşekan ku li ser 3 rojan tên kirin, îro jî li başûr-rojhilatê girava Kirît dest pê dikin.

Lê ji ber ku Enqere li vê herêmê, lêgerîna li petrol û gazê daye destpêkirin, ev rahênan dibin sedema nîgeraniya serokkomarê Tirkiyê Erdogan.

Erdogan, bi rêya televisyonê axivî û idia kir ku ev rahênanên Yûnanistanê, metirsiyê li ser ewlehiya deryayî ya hemû keştiyên li vê herêmê çêdike û ev gav li dijî qanûna derya û cîrantiyê ye.

Erdogan ji bo kirinên xwe rewa bike jî got:

Ji niha û şûn de, Yûnanistan berpirsyara hemû pêşketinên neyînî yên li vê herêmê ye.

Beriya niha Yûnanistanê daxwaz ji YE kiribû ku cezayan li Tirkiyê bibire, lê heta niha endamên YE ji bo vê yekê nebûne yek deng.

Tê payîn jî, ku vê hefteyê YE ji bo nîqaşkirina mijarê, civînekê li dar bixe.

Her wiha îro, wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas, ji bo rêgirtina li pêş aloziyê, serdana Yûnanistan û Enqereyê dike.

Di dema dawî de, nakokiyên Tirkiye û Yûnanistanê, li ser jêderên petrol û gazê yên li Rojhilatê Deryaya Spî zêde bûne.

Dewleta Tirk dixwaze li nêzî giravên Yûnanistanê lêgerînê bike, ev jî ji ber qanûnên navdewletî binpê dike, Yûnanistan banga rêlibergirtina kirinên Tirkiyê yên ne rewa dike.

Back to top button