Tirkiye xwarinê li şêniyan belav dike, şênî jî red dikin û daxwaza derketina wê dikin

Dewleta Tirk a dagirker, piştî şêniyên Serê Kaniyê li dijî dagirkeriya wê rabû, niha hewl dide bi alîkariyên xwarinê wan bertîl bike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku dagirkeriya Tirk madeyên xwearinê li şêniyên gundê Mesbexa belav kir.

Çavdêriyê da zanîn ku piraniya şêniyên gund ku berî niha li dijî dagirkeriyê rabibûn, alîkarî red kirin..

Şêniyên gund careke din daxwaza derxistina dewleta Tirk û çeteyên wê ji Serê Kaniyê kir û gotin:

“Em ne hewcedarî alîkariyên we ne, ji gundê me derkevin em ê erdê xwe biçînin.”

Piştî şer û xwepêşandanên li gund, dewleta Tirk û çeteyên xwe hêza xwe ber bi wir ve şand û zêde kir..

Back to top button