QSDê şaneyeke veşartî ya DAIŞê li bajarokê Bisêra yê Dêra Zorê girt.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk/QSD ragihand ku yekîneyên wan şaneyeke çeteyên DAIŞê ku ji 3 kesan pêk tê, li bajarokê Bisêra yê Dêra Zorê girt.
Li gorî mukurhatinên çeteyan:
Yek ji wan berî nêzî 10 mehan tevlî DAIŞê bûye.
Yê din berê çeteyekê qaşo “Artêşa Azad” a girêdayî dewleta Tirk bû û paşê dilsozî da DAIŞê.
Çeteyê sisiyan jî ji 2015an de bi DAIŞê re kar dikir.
QSDê berî 3 rojan jî, di encama operasyonekê de, 5 çeteyên DAIŞê li gundewarê Dêra Zorê girtin.
https://youtu.be/6XLQ_jLqiLQ