Mismarî: Bi hezaran çete li nêzî xêza sor kom dibin û amadekariya êrîşan dikin

Berdevkê artêşa niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî ragihand, ku bi hezaran çete li derdora bajarê Misratayê kom dibin.

Ehmed Mismarî li ser hesabê xwe yê tevna civakî diyar kir ku bi hezaran çeteyên Wifaqê yên Lîbî û biyanî li deverên Hîşa, Qedahiye û Zemzem, her wiha li seranserî rojhilatê Misratayê kom dibin.

Li gorî Mismarî, çete, amadekariya êrîşan li ser Sêrt û Cefra û tevahiya rojhilatê welêt, ku weke xêza sor hatiye destnîşankirin, dikin.

Di vê derbarê de, fermandariya giştî ya artêşa niştimanî daxuyaniyek belav kir, tê de diyar kir ku bi hezaran çete, tevî çekên pêşketî yên dewleta Tirk li rojhilatê Misratayê kom dibin û gefa êrîşan li artêşa niştimanî dixwin.

Artêşa niştimanî teqez kir ku ev yek, binpêkirina lihevkirina komîteya leşkerî ya di bin çavdêriya şandeya NY de ye.

Back to top button