Washington Post: Çeteyan avahiya Kongrê dagir kirin

Rojname, televsion û malperên Înternetê yên Amerîka jî bi pênaseyên xwe yên li ser bûyerê helwesta xwe nîşan dan. Çapemeniya Amerîka xwepêşandan bi “mob” a ku tê wateya “Çeteyên Ewane” pênase kir.

Rojnameya Washington Post bi sernavê “Çeteyên, alîgirên Trump avahiya Capitol (Kongre) dagir kirin” bûyer bi xwendevanên xwe re parve kir.

Di nûçeya rojnameyê de wiha hate gotin:

Bi sedan alîgirên Trump, bendên polîsan derbaskirin û ketin avahiya Kongrê.

New York Times: Çete avahiya Kongrê dagir kirin

“Çeteyên ku bi axaftina bihêrs ya keyfxweşiya Trump hatin, avahiya Capitol dagir kirin.”

Ji rojnameyên herî binav û deng ya welat New York Times li ser malpera xwe ya înternetê bi vê sernavê bûyer bi xwînerên xwere parve kir.

Rojnameyê diyar kir ku bi êrîşê re dengdan hat rawestandin û Mike Pence û xwînerên zagonê ji avahiyê hatin derxistin.

CNN: Çeteyan paytexta DYA dagir kirin

Televsiona CNN ku kêlî bi kêlî rewşa li ber avahiya Kongrê dişopand got:

Çeteyan, paytexta DYA dagir kirin.

Back to top button