Duh li bajarê Terablus ê Libnanê, di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de pevçûn derket û di encamê de 74 kes birîndar bûn.
Xwepêşanderan li Terablusê hewl da derbasî Seraya bibin û bi molotov û keviran êrîşî hêzên ewlekariyê kir û 2 erebe şewitandin.
Hêzên ewlekariyê ji bo belavkirina xwepêşanderan, gula bere hewa dan û gaza rondikrêj û xertûmên avê bi kar anîn.
Rêveberiya hêzên ewlekariya Libnanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji ber hewidana derbasbûna Seraya û bikaranîna molotovan, 9 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn û bang li xwepêşanderan kir ku bi paş de vekişin.
Xaça Sor a Libnanê ragihand ku 11 birîndar bo nexweşxaneyan hatin rakirin û 63 din jî li cihê xwe hatin dermankirin.
Ev demek e li Libnanê, ji ber têkçûna rewşa siyasî û ya aborî, xwepêşandan jinûve tên lidarxistin.