Etyopya: Artêşa Sûdan di nava hewildanên derxistina şer de ye

Di navbera Sûdan û Etyopya de alozî kûr dibe.
Etyopya bi îdiaya Sûdan xaka welat dagirkiriye ew şermezar kir û got,
Artêşa Sûdanê herdu welatan ber bi şer ve dibe.

Wezareta Karê Derve ya Etyopya li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Wezaretê, li dijî hikumeta Sûdanê gotinên tund bikar anîn û bal kişand li ser metirsiya derketina şerekê navebra herdû welatan.

Hate gotin, ev hewildan wê ziyanê li herdû welatan jî bike.

Di daxuyaniyê de, îşaret bi hewildanên derxistina şerekê li herêmê hate kirin û wiha hate gotin:

Hewildanên artêşa Sûdan ya derxistina şerekî navbera herdû welatan de şatiyek mezine.

Divê gelê Sûdanê bibîne ku hikumeta welat li gorî berjewendiya welatekî sêyemîn tevger dike.

Wezaretê bang li welatên Afrîka kir ku pêşniyaran li Sûdanê bikin, da ku pirsgirêk bi rêya aştiyane çareser bibin.

Wezareta Karê Derve ya Etyopya hikumeta Sûdanê bi tundî şermezar kir û diyar kir ku bi derketina şer re wê wêraniyek mezin bi xwere bide avakirin.

Back to top button