Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê du panel li Beyrûtê hatin lidarxistin

Bi vê boneyê jî, Komelaya Newroz a Çanda Civakî, PYD û Kongra Star, li paytexta Libnan Beyrûtê, du panel bi rêxistin kirin.

Komeleya Newroz a Çanda Civakî li navenda xwe ya li Beyrûtê panelek li dar xist û Sekreterê wê Cemal Hesen axivî û anî ziman “Dewleta Tirk a dagirker bi desteka Rûsya û Amerîka xwest destkeftiyan têk bibe.”

Seroka Komeleya Jîn a Jinan Bûşra Elî jî bal kişand ser berxwedana jinên Kurd li Efrîn û hemû herêmên dagirkirî.

Her wiha PYD û Kongra Star jî panelek bi beşdarbûna Kurdên li Libnanê, pêk anî û tê de hat teqezkirin ku “Dewleta Tirk û komên xwe yên çete, tevahî qanûnên navneteweyî binpê dikin.”

Panel bi siloganên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

Back to top button