Meclisa Jin a Minbicê û Mamosteyên Minbicê bi daxuyaniyên cuda banga azadiya Çîçek Kobanê kirin.
Meclisa Jin a Minbicê bi daxuyaniyekê darizandina şervana YPJ’ê Çîçek Kobanê şermezar kir.
Jinan diyar kir ku ew ê bi ti awayî darizandina Çîçek Kobanê qebûl nekin û anî ziman ku darizandina wê ne qanûnî ye.
Her wiha diyar kir ku Çîçek ji bo parastina axa xwe şer dikir û ti mafê dewleta Tirk tuneye ku wê darizîne.
Meclisê kiryarên dewleta Tirk li dijî jinê şermezar kir û bang li cîhanê kir ku li dijî van kiryaran bêdeng nemînin.
Bi heman armancê mamosteyên Minbicê jî daxuyaniyek da û darizandina Çîçek şermezar kir.
Mamosteyan teqez kir ku heta azadiya Çîçek Kobanê ew ê di nava çalakiyan de bin.