Şemo Xwedêda: Divê ciwanên Êzidî tev li YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê bibin

Dema destnîşankirî ya hikûmeta Iraqî bo valakirina Şengalê ji li YBŞ, YJŞ û Asayîşê, îro bi dawî bû. Lê li ser erdê hê tiştek neketiye pratîkê. Rûspiyê Êzidî Şemo Xwedêda ji bo rêgirtina li ber plana dagirkirinê, bang li ciwanan kir ku tev li refên parastina Êzidxanê bibin.

Kurdan li dirêjahiya dîrokê, bi sedan êrîş û dijminatî ji hîwîrdora xwe dîtine.

Çi gava ber bi azadî û serxwebûnê ve hatiye avêtin, rastî nepejirandina hovîtiya her çar dewletên dagirker hatiye.

Hikûmeta Iraqî 9 Cotmeha 2020’an li jêr fişarên Tirkiyê, digel PDK’ê peymaneke bêmaf bêyî vîna Êzidyan îmze kiribû, paşê jî, demeke diyar bo derketina Asayîş, YBŞ û YJŞ’ê anku heya îro 1 Nîsanê, dabû rêveberiya Şengalê.

Rûspiyê Êzidî Şemo Xwedêda di vê derbarê de anî ziman ku hikûmeta Iraqî bi fermana Tirkiyê piştî qezenckirina 5 milyon dolarî, bi PDK’ê re peymana têkbirina Xweseriya Şengalê muhr kiriye.

Şemo Xwedêda da zanîn ku qirkirina Êzidiyan ne tiştekî hêsan e û yên van hewldanan dikin, dê bi ser nekevin û got:

“Ewên li çiyayê Şengalê, eger em neparastana, dê tiştekî bi navê Êzidî li holê nemaya.

Şengal bi siyaseteke bi-plan û birêxistinkirî hat firotin.

Her kes vê rastiyê dizane.

Niha daxwaziya Êzidiyan tenê, mafekî rewa, destûrî û qanûnî ye.”

Şemo Xwedêda ji bo rêgirtina li pêşiya bobelat û koçberiyeke nû, bang li ciwanên Şengalî kir ku tev li YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê bibin û li hember planên dijmin ên dagirkirinê rabin.

Weke tê zanîn, dema destnîşankirî ya hikûmeta Iraqê bo derketina hêzên Şengalê îro bi dawî dibe.

Şengalî jî li dijî peymana PDK-Bexdayê, ji 9 Cotmehê ve li ser pêyan in.

Back to top button