Dewleta Tirk a dagirker bi destek û finansekirina Komeleya “Ehalî Filistîn 48”, kevirê bingehîn ê ji bo avakirina mizgeftekê li gundê Şadîra yê êzidiyan ê girêdayî navçeya Şêrawayê danî.
Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya siyasetên xwe yên tirkkirin û guhertina demografiyaya Efrînê de, kevirê bingehîn ê avakirina mizgeft û navenda fêrkirina Quranê li gundê Şadîra yê êzidiyan ê girêdayê navçeya Şêrawa ya kafntona Efrînê danî. Dewleta Tirk dê mizgeftê bi navê “Ebû Bekir El-Sedîq” veke.
Ev proje bi destek û finansekirina Komeleya “Ehalî Filistîn 48” (Filistîniyên ku di sala 1948’an de ji Filistînê koçberî Sûriyê bûne û ji aliyê dewleta Tirk ve li Efrînê hatin bicihkirin), her wiha bi çavdêriya “Komeleya El-Eyiş Bî Kerama” û “Komeleya Eyadî Beydaa ” yên girêdayî Îxwan El-Muslimîn tê pêkanîn.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 500 malbatên Filistînê yên ku li herêmên cûda yên Sûriyê diman, li malên şêniyên Efrînê yên ku hatine koçberkirin, bi cih kirine.
Li aliyekî din, dewleta Tirk 7 avahiyên mêtîngeriyê li gund û navçeyên kantona Efrînê, di nav de gundê Bafîlûnê yên êzidiyan ê navçeya Şerayê ava kirine, piştî ku niştecihên resen ên gund koçber kirine û nahêlin vegerin gundên xwe.
Civaka êzidî ya li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve rastî zilmê tên û mezarên wan hatin çewisandin.
Li gorî belgeyên rêxistinên hiqûqî û navneteweyî, piraniya mezar û deverên olî yên êzidiyan ên li Efrîn hatin talankirin û wêrankirin.