Welatiyên Kerbela yê Iraqê li dijî kuştina çalakvanan derketin xwepêşandanê

Li bajarê Kerbela yê Iraqê li dijî kuştin û revandina çalakvanan xwepêşandanek girseyî hat li dar xistin.

Ev çalakî taybet piştî revandin û kuştina çalakvanê bi navê Ihab Ewizênî,hat li dar xistin.

Bi sedan kes beşdarî çalakiyên bûn û xwpêşandêran kuştina çalakvanan şermezar kirin, daxwaz ji rayedarên Iraqê kirin ku kujer werin cezakirin.

Xwepêşandêran diyarkirin ku heta kujerên çalakvanan neyên dadgehkirin,wê çalakiyên xwe her berdewam bikin.

Back to top button