Asayîş: Kesên bi aliyên derve girêdayî ne çek li dijî xwepêşadaran bi kar anîn

Asyîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku hin kesan xwestin di xwepêşandanên aştiyane de fitneyan derxînin.

Fermandariya Giştî ya Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê bûyerên vê dawiyê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

” Di encama derketina gelek xwepêşandanên aştiyane ji hêla gelê me ji bo raya xwe vebêjin, hin kesan hewldan fitneyan derxînin.

Ew kesên ku bi hin alî û ajendayên derve girêdayî ne, xwestin tevlihevî û fitneyên di nav pêkahtiyên gel û hêzên ewlehiyê û saziyên sivîl derxînin.

Her wiha wan kesan li dijî xwepêşandar û asayîşê çek bi kar anîn di encamê de hin sivîl û endamên asayîşê birîndar bûn.

Li gorî vê yekê, em ji gelê xwe û raya giştî re destnîşan dikin ku em li ser kiryarên van kesan, dixebitin û ji nêz ve dişopînin û kesê van kiryaran kirine jî dê ji dadgehê re bên veguhestin da ku bên cezakirin.”

Fermandariya Giştî ya Asayîşê bang li gel kir ku li dijî kiryaran baldar û hişyar be.

Back to top button