DYA teqezî li ser gihaştina alîkariyan bo Sûriyê kir

Amerîka teqezî li ser girîngiya gihaştina alîkariyên mirovî bo gelên Sûrî kir..

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken li gel hempîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov Çarşemê li Reykjavik ya Îzlanda civiya.

Piştî civîna aliyan, Ned Price berdevkê wezareta derve ya DYA ragihand ku di vê hevdîtinê de, girîngiya gihaştina alîkariyên mirovî bo Sûriyê hatiye dupatkirin.

Ew civîna Blinken û Lavrov, hevdîtina pêşî ya payabilind a rêvebiriya Joe Biden û Kremlînê ye.

Ji aliyê xwe ve, Blinken diyar kir, ew ê bersiva çalakiyên Rûsya yên êrîşkar bidin û da zanîn ku her du dewlet dikarin bo têkbirina vîrûsa Corona û rawestandina bernameya nuklerî ya Îranê bi hev re bixebitin.

Lavrov jî anî ziman ku ew hazir in kêşeyên ji rêvebiriya berê ya Amerîka mane, çareser bikin.

Back to top button