Li Idlib û Hemayê, Hêzên hikumeta Şamê cih û deverên çeteyên dewleta topbaran kirin. Di teqîneke li Cerablus de jî 3 kes hatin kuştin.
Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, şeva din û heta vê sibehê hêzên hikumetê deverên li Kensefra, Bare, Filêfil, Bênîn, Fitêra yên başûrê Idlibê bi moşekan topbaran kirin.
Her wiha Hêzên hikumetê derdorê Qilêdîn û Enkawî yên Sehil Xab a bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin.
Duh jî çavdêriyê ragihandibû ku di êrîşa çeteyên Tirkiyê a li ser cihên hêzên hikumetê de 3 leşkerên hikumetê hatin kuştin.
Li bajarê Cerabilusê di encama teqîna motorsikletekê de 3 kes hatin kuştin
Li bajarê Cerabilus yê di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de jî motorsikleteke bomebarkirî li nêzî mizgefta El-Şerîa teqiya.
Li gorî çavdêriya Sûrî, ji ber teqînê 3 kes hatin kuştin, 7 kes jî birîndar bûn.



