Di êrîşên balafirên Rûsyayê de 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Li dijî çolistana Sûriyê di êrîşên balafirên şer ên Rûsyayê de 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku Balafirên şer ên Rûsyayê di 24 seatên dawîn de, zêdetirî 70 êriş li çolistana Sûrî pêk anî.

Balafirên Rûsya, eniyên Esariya yên gundewarên rojhilatê Hemayê, çolistana Resafe ya Reqayê û derdora çiyayê Beşerî ya li ser sînorê Reqa û Dêra Zorê bombebaran kir.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, di encamê êrişan de 5 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Back to top button