Mistefa Hemo: Li dijî tecrîdê divê gel li qadan bin

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê ya şaxê Helebê, destnîşan kir “Tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, tecrîdkirina gelên Kurd; azadîxwaz û hemû kesên demokrat e.

Mistefa Hemo anî ziman “Desthilatên Tirkiyê her tim dixwazin di şexsê rêber Abdullah Ocalan de, gel bikin armanc.”

Hemo diyar kir ku dewleta Tirk û pergalên kaptalîst ji fikirê Rêber Ocalan ê demokratîk ditirsin; tirsa wan ew e hemû plan û siyasetên dewleta Tirk têk bibin.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê şaxê Helebê teqez kir ku firkir û felsefeya Rêber Apo mifteya çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn e û li dijî tecrîdê bang li gelê Kurd kir li qadan bin û têkoşîna xwe xurtir bikin.

Back to top button