Tirkiye darên daristanên herêmê dane ber talanê

Ji bilî barandina kîmawî û êrîşbirina ser gerîla, dewleta Tirk a dagirker li herêma Behdînanê bi taybet, daristanan jî talan dike. Ji bo rê li ber vê yekê were girtin, Maseya Rêxistinên Jîngehê ya Germiyanê ji Hewlêr û Bexdayê xwest di zûtirîn demê de çareyekê bibînin. Parêzerên Çemçemalê jî ji bo heman mijarê, banga lidarxistina kongreya neteweyî kir.

Tirkiye mirov, dar, daristan û her tişt dane ber xwe û roj bi roj, rûbera dagirkeriya xwe li Başûrê Kurdistanê firehtir dike.

Dewleta dagirker ji bo talankirin û sûdgirtinê, li herêma Behdînanê bi taybet daran dibire, piştre da ku ji nû ve şîn neyên, kokên wan dişewitîne.

Li aliyekî din, Îranê jî ji sedî 100 ava robarê Sîrwanê, ji sedî 70 ava gola Dokanê girtiye.

“Divê her sê serokatiyê Îraqê helwesteke cidî nîşan bide”

Di vê derbarê de, Maseya Rêxistinên Jîngehê ya Germiyanê serdana parlamena herêmê kir û bi daxuyaniyekê, xwest ku her sê serokatiyên Îraqê helwesteke cidî nîşan bidin û çereyekê bibînin.

“Erka hikûmeta Başûr e ku rê li ber lîstokên Tirkiyê bigire”

Hebûna Tirkî, hêrsa kurdî gihandiye dawî, lê belê hikûmeta Başûr xwe ker û bêdeng kiriye.

Nivîskarên herêmê mixabiniya ji bêhelwestiya desthilatê anî ziman û got:

“Erka hikûmetê ku li dijî lîstokên metirsnak ên Tirkiyê derkeve.

Her wiha divê rêxistinên civaka sivîl û rewşenbîr li dijî dagirkeriyê rola xwe bilîzin.”

Parêzerên Çemçemalê: Pêwîst e aliyên Kurdî kongreya neteweyî li dar bixin

Di çarçoveyê de, parêzerên navçeya Çemçemalê jî, da rê li ber qirkirinê were girtin, bang li tevahiya aliyên Kurdî kir ku kongreya neteweyî li dar bixin û bibin yek.

Tê payîn, di rûniştina bê ya parlamena Iraqê de, binpêkirina Enqereyê bo serweriya welêt û talankirina jîngeha Kurdistanê, werin guftûgokirin.

Back to top button