Li Reqayê 23 transformerên Kehrebê hatin danîn

Desteya Enerjî û Peywendiyan a Kantona Reqa xebatên xwe yên tamîrkirina Kehrebê li Reqayê dewam dike.
Desteyê 23 transformerên Kehrebê li taxên nû yên bajarê Reqayê danîn.

Li gorî çavdêran, ev xebat ji sedî 20 taxên bajêr dabîn dike.

Xebata gihandina kehrebê li taxên Idîxar li aliyê rojavayê bajarê Reqa heta bi taxên Ferdos li naverasta bajêr pêk tên.

Hevserokê Desteya Enerjî û Peywendiyan a Kantona Reqa Hamid El Lewaş derbarê mijarê de axivî û got:

“Desteya Enerjiyê ya kantona Reqayê, piştî ku bi rêjeya ji sedî 100 di şerên rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ’ê hatibû wêrankirin de, dest bi jinûve vegerandina kehrebê li bajarê Reqayê kiriye.

Ji eslê 35 transformeran me dest bi projeya danîna 23 transformeran li taxên bajêr kir.

Di navbera 9 mehan de dê xebatên tamîrkirin û dirêjkirina torên nizm, amadekirina navendan û danîna transformeran bi dawî bibin.

Dê Desteya Enerjiyê û Peywendiyan dest bi projeya leckirina jimaryarên kehrebê bike.”

Back to top button