Hemdan El-Ebid: Divê aloziya Sûriyê bi rêbazên siyasî ne leşkerî were çareserkirin

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid anî ziman ku Rêveberiya Xweser ji diyalogên navxweyî re vekirî ye ku xaka Sûriyê parast û diyar kir ku divê diyalokeke niştimanî pêk were da ku aloziya Sûriyê dûrî vebijêrka çekdarî were şareserkirin.

Aloziya Sûriyê her ku diçe kûrtir dibe..

Ev yek jî ji ber serhişkiya hikumeta Şamê û girêdana wê bi vebijêrka leşkerî ye.

Di hema demê de ji ber destwerdana Tirkiyê ya li Sûriyê û dagirkirina beşek ji bakurê wê..

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid derbarê mijarê ji ajansa Hewarê re axivî.

Hemdan El-Ebid: Rêveberiya Xweser yekitiya xaka Sûriyê parast

Hemdan El-Ebid diyar kir ku Rêveberiya Xweser yekitiya xaka Sûriyê parast û got :

“Rêveberiyê şerê terorê kir.

Em her tim dibêjin ku rêveberî li gorî rêgezên na ji şerê navxweyî re, na ji parçekirina Sûriyê re, kar kir.

Em bi hêvî ne ku diyalogên cidî bi rejîmê re werin kirin da ku aloziya Sûriyê bi awayî siyasî ne leşkerî were çareserkirin.”

El-Ebid da zanîn ku opozîsyona ku desteka siyasî û leşkerî ji Tirkiyê digire, naxwaze aloziya Sûriyê were çareserkirin.

Hemdan El-Ebid: Em bi hêvî ne hikumeta Şamê di çareserkirina aloziyê de cidî be

Hemdan El-Ebid bang derxistina destûrek sûrî kir ku tê de mafê hemû pêkhate tê de parastî be û ji hikûmet Sûrî daxwaz kir ku di çareseriya Sûrî de cidî be.

Hemdan El-Ebid: Em bi diyalogên Sûrî-Sûrî re ne

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid dawiyê ev yek anî zîman :

“Em dixwazin bi artêşa Sûriyê û hikumeta Sûriyê re sînorê Sûriyê biparêzin.

Piştî li ser masaya diyaloga siyasî rûnên.

Ev mijarekî navxweyî ye divê em sûrî bi xwe çareser bikin.

Em destwerdanên derve naxwazin.”

Back to top button