HPG’ê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên gerîla li Asosê SÎHA ya bi tîpa ANKA ya ayîdê dewleta Tirk xiste xwarê.
Ajansa Rojnewsê dîmenê balafira bê mirov a dewleta Tirk ku li Asosê ji aliyê gerîlayên azadiyê ve hate xistin, parve kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayên azadiyê balafirek bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker xistine û got:
“6’ê Hezîranê di saet 23.00’an de SÎHA ya bi ANKA ya ayîdê dewleta Tirk li asîmanên Asosê difiriya.
Hêzên me yên gerîla derbe li balafira bê mirov û bi çek da û xiste xwarê.
Hate tespîtkirin ku SÎHA ya bi tîpa ANKA ya ji aliyê hêzên me ve hatî xistin, ketiye nêzî bajarê Dukan a rojavayê Asosê.”