Hilbijartina Parlamentoya Ewropa: Partiyên rastgir bihêz bûn e

Ji bo Hilbijartina Endamên Parlamentoya Ewropa li 27 welatên Yekîtiya Ewropa welatî diçin ser sindoqan.
Heta niha partiyên rastgirên tund dengên xwe zêde kirin e.

Li 27 welatên YE ji bo Hilbijartina Parlamentoyê ku ji 720 endaman pêk tê, ev 3 rojin dengê xwe bikar tînin.

Îro piştî Fransa, Almanya û Îtalya wê dengdan bi dawî bibe.

Li Hollanda, Îrlanda, Letonya, Malta, Slovakya û Komara Çek pêvajoya dengdanê ya 6’ê Hezîranê dest pê kiribû bidawî bû.

Di encamên herdu rojên derbasbûyî de, tê xuyakirin ku rastgirên tund li nava Ewropa rêjeya dengê xwe zêde kirin e.

Rapirsiyên beriya hilbijartinê hatîn çêkirin jî nîşan dabûn ku ciwan ber bi partiyên rastirên tund ve diçin.

Êrîşî Serokwezîra Danîmarkayê hate kirin

Êrişa li ser Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederîksen metirsiya pêla tundiyê jî nîşan dide.

Frederîksen li kampanyaya hilbijartinê ya Ewropayê, li qada Kûltorvet a li navenda Kopenhagê bûbû armanca êrişekê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Frederîksen ji ber êrîşê şok bûye.

Back to top button