Dewleta Tirk çandiniya li 2 hezar hektaran û 19 hezar dar şewitandin

Dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 2 hezar hektar çandinî şewitandin.
Her wiha 19 hezar darên zeytûn û fistiqên helebî şewitandin ku piraniya wan li kantona Minbicê bûn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her sal bi mewsima çinînê re zeviyan topbaran dikin.

Şêniyên herêmê diyar dikin ku dewleta Tirk bi topbarankirina zeviyan, siyaseta koçberkirin û dagirkirina axa wan didomîne.

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de li kantonên Minbic, Firat û Cizîrê zirarên madî yên mezin li cotkaran bûn.

Ji despêka çinînê heya niha li herêmê rêjeya ku hatiye şewitandin pir zêdeye.

Bîlançoya zeviyan ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine şewitandin wiha ye:

  • Hezar û 961 hektar li gundewarên Minbicê
  • 219 hektar li gundewarê Eyn Îsayê
  • 94 hektar li gundewarên Til Temirê
  • 19 hektar li gundewarên Zirganê
  • 150 hektar li gundewarên Qamişlo û Amûdê

Bi giştî nêzî 2 hezar hektar çandinî hate şewitandin.

Her wiha 19 hezar darên zeytûn û fistiqên helebî şewitandin ku piraniya wan li kantona Minbicê bûn.

Komîteyên destwerdana lezgîn ên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li her bajar û kantonekê ava kirine, seferberiya tîmên rewşên awarte li gund û bajarokan, komînan û meclisan û cotkaran û tevgera wan a bilez, nehişt ziyan zêdetir bibe.

Li gorî hevserokê Komîteya Şaredariyan a Meclisa Bajarê Girê Spî Mihemed Derwîş, tîmên parastina sivîl û rewşên awarte,
44 şewat vemirandin ku çeteyan li nêzî sînorên deverên dagirkirî yên Girê Spî, gundên Hîşe, Seyda, Xirbet Hedle, Tirwaniye, El Emîr derxistibû.

Her wiha endamê Foca Agirkujiyê ya Şaredariya Gel a kantona Mibnicê Talal Hemîdî diyar kir ku tîmên parastina sivîl û rewşên awarte 300 şewat vemirandine.

Back to top button