Asayîşê: Deh hezar hebên Kaptagon û bi dehan kîlo Heşîş hatin destser kirin

Hêzên Asayîşê li ser malera xwe ya fermi ragihand ku hêzên wan ên Rêveberiya Giştî ya dijî madeyên hişbirê 10’ê Hezîranê, deh hezar hebên Kaptagon û bi dehan kîlo heşîş destser kirin.

Asayîşê di derbarê vê yekê de ev agahî barve kir:

“Agahî hat ji me re hin bazirganên madeyên hişbirê ji herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de madeyên hişbir anîne herêmên me.

Hêzên me yên li dijî madeyên hişber lêkolînê li ser van agahiyan kirin.

Piştî lêkolînin, gelek delîlên qaçaxçîtiya van madeyan û hatina wan a bajarê Reqayê, hatin dîtin.

Her wiha amadekarî dikirin ku van madeyan derbarsî herêmên din jî bikin.”

Asayîşê diyar kir ku hêzên dijî madeyên hişbirê ji bo şopandina liv û tevgerên bazirganên madeyên hişbir xebitîn û wiha domand:

“Hêzên me dest bi şopandina erebeya ku narkotîk tê de bû kirin û kemînek ji wan re danî û tê de şofêrê erebeyê û yekî din ku bi wî re bû hatin girtin.

Her wiha di erebeyê de 208 kefên heşîşê û 162 hezar hebên kaptagonê hatin dîtin.

Hêzên me bi girtiyan re dest bi lêkolînên pêwîst kirin da ku li gel maddeyên hişbir ên ku hatine desteserkirin, radestî dadgeriya taybet bi madeyên narkotîkê bikin.

Back to top button