Tenê 10 gund mane ku Rejîm tevahiya Hemayê kontrol bike

Tevî gefên serokkomarê Tirk Erdogan, rejîma Sûrî bi desteka Rûsyayê pêşketina xwe dewam dike û tenê 10 gund mane ku tevahiya parêzgeha Hemayê kontrol bike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku rejîma Sûrî gundê Zeqûm li Sehil-Xab a bakur-rojavayê Hemayê kontrol kir.

Çavdêriyê teqez kir ku bi vê yekê tenê 10 gund li Sehil Xab li pêşiya rejîmê dimînin da ku tevahiya parêzgeha Hemayê kontrol bike.

Ragihandina rejîmê jî destnîşan kir ku li Idlib û Hemayê, rejîmê di 4 rojên borî de 59 gund û bajarok bi dest xistine.

TIRKIYÊ DEVERÊN REJÎMÊ TOPBARAN KIRIN, 11 LEŞKERÊN REJÎMÊ HATIN KUŞTIN

Li aliyekî din balafirên bê mirov ên dewleta Tirk deverên rejîmê li ser riya M5 topbaran kirin.

Di encamê de 11 leşkerên reîjêm hatin kuştin.

Rejîmê jî li Mere Ne’san li gundewarê Idlibê êrîşên bejahî birên ser deverên artîşa Tirkiyê.

Hat rigihandin ku kuştî û birîndarên artêşa Tirkiyê çêbûn.

REJÎM: TIRKIYE DIXWAZE MORALÊ TERORÎSTAN BILIND BIKE

Têkilarî daxuyaniya dewleta Tirk a ku dibêje wan di 17 rojên borî de 1700 leşkerên rejîmê kuştine, çavkaniyekî ji wezareta derve ya rejîmê ragihand ku ev agahî ne rast in û Tirkiye dixwaze tenê moralê bi de çeteyên xwe.

Back to top button