Husiyan li Behra Sor keştiyek kirin armanc

Hûsiyan li Behra Sor keştiya bi navê Tutor kirin armanc.
Li gor daxuyaniya berdevkê leşkerî ya Husiyan metirsiya binavbûna keştiyê heye.
Her wiha berdevkê leşkerî Yahya Serî anî ziman ku li dijî bajarê Eşhod a Îsraîlê operasyonek hevbeş bi komên çekdar ên Iraqî re pêk anîne.

Hûsiyan li Behra Sor êrîşî keştiyekî kirin.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî derbarê vê yekê de daxuyaniyek parve kir.

Yahya Serî di daxuyaniyê de diyar kir ku keştiya bi navê ‘Tutor’ a li Behra Sor bi balefirên bêmirov û mûşekan hatiye hedefgirtin û keştî di bin metirsiya binavbûnê de ye.

Serî anîziman ku navê keştiyê Tutor ku ber bi benderên Îsraîlê ve diçû hat hedefgirtin.

Serî her wiha diyar kir ku Hûsiyan du operasyonên leşkerî yên hevbeş bi komên çekdar ên Iraqî re pêk anîn.

Metirsiya binavbûna keştiyê heye

Di operayona hevbeş de li bajarê Eşhod a Îsraîlê bi balafirên bê mirov hedefên Îsraîlê hatin xistin.

Li aliyê din rêveberiya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Îngilîstanê ragihand ku li başûrê rojavayê Hudeyda ya Yemenê, raporek li ser bûyerekê wergirtiye û rayedar li ser bûyerê lêkolînê dikin.

Di daxuyaniya xwe ya li ser platforma X’ê de, rayedar diyar kir ku keştiyek biçûk ji paş ve li keştiyek ket.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku keştî bi rengê spî û dirêjiya wê pênc heta heft metre bû.

Saziya Ingilîzî her wiha ragihand, kaptanê keştiyê ragihandiye ku di encama lihevketina keştiyê de, karmendan kontrola keştiyê ji dest daye û rastî êrişeke din hatiye.

Husiyan li Behra Sor keştiyekî Amerîkî kir armanc

Back to top button