Gerîla li dagirkeran xistin: 6 leşkerên dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku derbê li ser derbê li dagirkeran didin, vê carê jî li Metînayê, dagirker taromar kirin.
HPG’ê ragihand ku gerîlayan li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya li herêma Metînayê, ji 2 baskan ve li dagirkeran dane.
Di çalakiya kordînekirî de, 6 dagirker hatin cezakirin.

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li Metînayê derbeke din li artêşa Tirk a dagirker dan.

HPG’ê ragihand di çalakiyeke koordîneyî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê de 6 dagirker hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi riya daxuyaniyekê ev agahî parve kirin û ev tişt got.

“Li Herêma Metînayê 12’ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê hêzên me li dijî dagirkeran çalakiyeke koordîneyî kirin.

Baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên ferdî û nîv otomatîk li çepereke çeka giran a A4 xist.

Di encamê de 2 dagirker hatin ceza kirin û çeka A4 hate bêkêrkirin.

Heman demê, li çepereke din 2 dagirker hatin cezakirin, bombe-avêjek û çeperek jî hatin îmhakirin.

Li Baskê 2’emîn jî derbên giran li dagirkerên di hundirê çeperê de hate xistin.

Li vê derê jî 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin.”

Li gorî daxuyaniyê di encama çalakiyê de, bi giştî 6 dagirker hatin cezakirin, çekek giran a A4, bombeavêjek û 3 çeper hatin bêkêrkirin.

Qadên gerîla 7 caran bi balafirên şer hate bombebarankirin

Her weha HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker 13 û 14’ê Hezîranê, herêma Xakurkê, Heftanîn û Metînayê 7 caran bi balafirên şer bombebaran kirin.

Li hêlekî din, gorî agahiyan balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker Çiyayê Metîna û gundên girêdayî bajarokê Ranya bombebaran kir.

Back to top button