Li Brîtanya, Swêd û Almanyayê Kurd ji bo HDP’ê meşiyan

Li Ewropayê piştgiriya ji bo HDP’ê berdewam e..

Li ser bang Yekîtiya Hêza Demokratîk a Brîtanyayê, li Londonê ji bo piştgirya HDP’ê li pêşiya stasyona Manor Hoûseyê mîtîngek hate lidarixistin..

Di mîtîngê de çalakgera SKB’ê Hêlîn Pekoz li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk daxuyaniyek da..

Hêlîn Pekoz di daxuyaniyê de got:

Desthilatdariya faşît a AKP-MHP’ê hewl dide HDP’ê tine bike û temenê rêjîma faşîst dirêj bike.

“Divê her kes dengê xwe bide HDP’ê û li dijî faşîzmê rabe.”

Bi heman armancê, li Berlîna paytext û bajarê Hambûrgê, her wiha li paytexta Siwêdê Stockholmê Kurd û dostên xwe meşiyan..

Di meşê de, dirûşma “HDP gel e, gel vir e” hate hildan..

Back to top button