Li Yemenê ji ber krîza aborî gel nikarîn cejna Qurbanê pîroz bikin

Ji ber şer û qirîza aborî gelê Yemenê nikarîn cejna Qurbanê pîroz bikin. Ev 10 sal li Yemenê ji ber pevçûnên di navbera hêzên hikumetê û Husiyan de krîza aborî kûr dibe û Gel nikare pêdîviyê herî sereke weke nan bikire.”

Li gor rapora NY ji sedî 80 nifûsa Yemen hewcedarê alîkariyên mirovî ne.

Bi rasthatina Cejna Qurbanê re biha zêdetir bûne û gel nikarîbûn cejnê pîroz bikin.

Hemû cûreyên xwerinê biha bûne û bi taybet ard û nan.

Nirxê kîsekî arvanê 50 kîloyî gihîşt 50 hezar Riyal ku bi 35 dolaran e.

Jinên ji Yemenê derbarê rewşa qirîza aborî û giranbûna barê jiyan de axivîn û gotin:

Heqê madeyên bingehên ên weke avan û arvan jorî derfetê me ketin.

Ji ber vê rewşê tu kesî cejin pîroz nekir û qurbanî belav nekir.

Em êdî nikarin li beramber vê rewşê li berxwe bidin. Dahata me ji xerckirina me kêmtir e.

Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku destekê bidin gelê Yemenê”.

Back to top button