Şandeya Rêveberiya Xweser hevdîtinên xwe li Almanyayê di roja 2’emîn de didomîne

Şandeya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevdîtinên xwe yên li gel parlamenter û partiyên siyasî yên Alman re di roja 2’emîn de didomînin.
Di hevdîtinan de dosyaya çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehan û kampên Roj û Holê de hate niqaşkirin.
Her wiha bang hate kirin ku berpisyariyên xwe li hemberî dosyaya DAIŞ’ê pêk bînin.

Şandeya Rêveberiya Xweser hevdîtinên xwe li Almanyayê didomîne.

Roja 2’mîn a hevdîtinê li avahiya parlamentoya Almanyayê ya li paytext Berlînê kirin.

Şandeya Rêveberiya Xweser bi endamên parlamentoya Almanyê yên Partiya Sosyal Demokrat a Almanyê (SPD) Niels Schmid û Frank Schape, endamê Partiya Çepgir a Alman a muxalefetê Gokay Akbulut re civiya.

Nûnerên Rêveberiya Xweser di her du hevdîtinan de, rewşa Sûriyê, geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bandorên şerê Rûsya û Ukraynayê û bandora şerê Îsraîlê û Hemasê ya li ser Sûriyê nirxandin.

Astengiyên siyasî, Aborî û ewlehiyê yên li pêşiya Rêveberiya Xweser û zêdebûna tevgera çeteyên DAIŞ’ê li herêmê jî hatin nirxandin.

Hate diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê sûdê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê digirin û êrişan pêk tîne.

Her wiha hate destnîşankirin ku dibe ku ev êriş bibin sedema vegera DAIŞ’ê.

Di hevdîtinan de dosyaya çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehan û kampên Roj û Holê de hate şîrovekirin.

Bang hate kirin ku berpisyariyên xwe li hemberî dosyaya DAIŞ’ê pêk bînin.

Di hevdîtinan de îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya herêmê hat kirin.

Şandeya Rêveberiya Xweser 16’ê Hezîranê jî li Almanyayê bi parlamenterên Partiya Mesîhiyan a Demokrat (CDU) Jürgen Hardt û parlamenterê Partiya Keskan Qasim Tahir Salid re civiyabû.

Back to top button